Jin bi hunera xwe berxwedana Bendava Tişrînê îfade dikin

8 jinên şêwekar ji bo balê bikişînin ser berxwedana li Bendava Tişrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker, amadekariyên vekirina pêşangeheke wêneyan dikin.

Jin bi hunera xwe berxwedana Bendava Tişrînê îfade dikin
5 sibat, 2025   11:44
REQA

Ji kantonên Reqa û Tebqayê 8 jinên şêwekar wêneyên ku balê dikişînin ser têkoşîna jinan, berxwedana li Bendava Tişrînê, her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker, xêz dikin. Wêneyên ku tên çêkirin dê 1’ê Adarê bi pêşangehekê li Bendava Tişrînê werin pêşandan.

Amadekariyên pêşangehê ji aliyê Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Reqayê tên kirin.

Der barê pêşangehê de, şêwekara bi navê Nahid El Hindî ya ji bajarê Reqayê diyar kir ku huner şêwazê îfadekirina êşan û belgekirina bûyerên dîrokî ne.

Nahid El Hindî anî ziman ku Bendava Tişrînê bûye sembola berxwedanê û ev li gotinên xwe zêde kir "Wêne ne tenê berhemên hunerî ne, bi qasî ku qêrîna li hemberî zilmê ne. Her wiha huner hêviyên gel ên siberojeke bi aştî û azadî îfade dike."

(bb)

ANHA