Îlham Ehmed: Pirsgirêka jinan rasterast bandorê li ser aştiya civakî dike

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Foruma MEPS’ê de got “Xala herî giring a Pirsgirêka jinan bandoreke rasterast li ser pirsgirêka aştiya civakî dike ku dê bibe bingeha aştiya siyasî û jiyana hevbeş.”

Îlham Ehmed: Pirsgirêka jinan rasterast bandorê li ser aştiya civakî dike
19 mijdar, 2025   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) de axivî.

Îlham Ehmed got: “Mijara aştiyê li Rojhilata Navîn mijareke bingehîn e ku li ser çend prensîban hatiye avakirin. Yek ji wan jî zîhniyet e ku divê li ser bingeha xurtkirina aştiyê ji nû ve were şekildan û çareserî jî rêveberiya nenavendî ye. Xaleke din ku di avakirina aştiyê de roleke giring dileyîze, mijara naskirina mafên gelan û pêkhateyan e. Di nava wan de mafên gelê Kurd jî hene ku di dema rejîma berê ya Baasê de hatine binpêkirin. Niha em tekez dikin ku divê ev pirsgirêk di Sûriyeya nû de were çareserkirin.”

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed wiha axivî: “Pirsgirêka jinan yek ji xalên bingehîn e ku ger neyê çareserkirin, pirsgirêka aştiyê jî çareser nabe. Ji ber ku pirsgirêka jinan bandoreke rasterast li ser pirsgirêka aştiya civakî dike ku dê bibe bingeha aştiya siyasî û jiyana hevbeş. Divê ev pirsgirêk bi destûr û yasayê were çareserkirin ku ev jî bi şêwazê nenavendîbûnê dibe.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Şam wek navendeke biryardanê nikare desthilatdarî li ser her herêma Sûriyeyê bike û wiha domand: “Pêkhate, baweriyên cuda û mijara jinan li welat bi dîktatorî û yekzimanê çareser nabe. Ger neyê çareserkirin jî dibe sedema derketina şer û pevçûnan. Li Sûriyeyê gelek xwîn hatiye rijandin û şer civaka gelên Sûriyeyê lewaz kiriye. Ji ber vê yekê dem dema aştiya di navbera gelan de û têgihiştina di navbera pêkhateyên cuda deye.”

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Sûriyeyê berhema Peymana Sykes-Picot û pirsgirêkên ku wan behs kiriye hemû bê çareserî mane. Îlham Ehmed bi vê girêdayî got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêkên mayî bûne sedema pevçûnên li Sûriyeyê û herêmên din ên Rojhilata Navîn. Ev desthilata nû ya li Şamê îdia dike ku van pirsgirêkên giring çareser dike. Lê em bawer dikin ku ew ê nekarin bi vî rengî dîktatorî pirsgirêkan çareser bikin. Hem rexne hem jî şîroveyên me li ser tedbîrên wan hene ku wan heta niha anîne ziman. Di heman demê de em bi wan re di nava diyalogê de ne. Ji ber ku em bawer dikin ku dem dema diyalog û aştiyê ye.”

Di dawiyê de Îlham Ehmed tekez kir ku aştiyeke jin tê de beşdar nebin, nikare bibe aştiyeke mayînde.