Îlham Ehmed: Peymana Helebê ji bo rewşa Sûriyeyê tecrûbeyeke nû ye

Îlham Ehmed destnîşan kir ku peymana li Helebê hate îmzekirin destpêka lihevkirinên ber bi Sûriyeya nenavendî ve ye û got: "Ew tecrûbeyeke nû ji bo rewşa Sûriyeyê ye ku alozî bi dawî bibe û koçber bi ewle li bajarên xwe vegerin."

Îlham Ehmed: Peymana Helebê ji bo rewşa Sûriyeyê tecrûbeyeke nû ye
6 nîsan, 2025   21:43
HESEKÊ

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî peymana li Helebê di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de hate îmzekirin ji ajansa me re axivî.

‛PEYMANA LI HELEBÊ HATE ÎMZEKIRIN DESTPÊKA LIHEVKIRINÊN BER BI SÛRIYEYA NENAVENDÎ VE YE’

Îlham diyar kir ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve êşên dorpêçê, kêmderfetan û siyasetên sîstematîk ên ji hêla rejîma Baas’ê ve kişandin. Lê, piştî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, niha lihevkirin tên kirin.

Îlham wiha got: "Der barê vê peymanê de di nava şêniyên Helebê de rihetiyek peyda bûye û rewşên xwe baş derbas dikin. Piştî li ser gelek xalên bingehîn lihevkirin çêbûn wê ev peyman xizmetekî taybet ji şêniyên her du taxan re pêşkêş bike. Em dikarin bêjin ev peyman destpêka lihevkirinên bê ne, dibe ku di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Nû de, di çarçoveya Sûriyeya nû ya nenavendî ya pirrengî de çêbin."

‛ERKÊ PARASTINA HERDU TAXAN DEWRÎ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNRIDÎN HATE KIRIN’

Îlham Ehmed diyar kir ku ev peyman dibe destpêka peyman û lihevkirinên berfirehtir, lê ew ji bo şêniyên herdu taxan û şêniyên Helebê bi giştî, ev peyman gaveke pêwîst bû.

Der barê erkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ê parastina herdu taxan de Îlham Ehmed got: "Divê jiyana sivîlan ewle û parastî be û her du tax ji alozî û nakokiyên di navbera aliyan de, dûr bin. Ji ber wê jî garantî ji hêzên ewlehiyê yên ku li bajarê Helebê berpirs in û ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) tê xwestin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku herdu tax beşek ji parêzgeha Helebê ne, ji lew re tevlêbûna wan di biryar, agahiyên ewlehî û parastina ewlehiyê de mijara herî girîng e.

‛MECLISA XWECIHÎ YA HER DU TAXAN DÊ BI MECLISA BAJÊR RE DI HEMAHENGIYÊ DE BE’

Îlham Ehmed anî ziman ku li gorî peymanê, meclisa xwecihî ya herdu taxan wê wekî xwe bimîne. Lê di aliyê xizmetguzarî û tenduristî de dê bi rêveberiya Helebê re di nava hemahengiyê de be û bi awayekî medenî hevkarî di navbera meclisa herdu taxan û meclisa parêzgeha Helebê de hebe.

JI BO BIDAWÎKIRINA ŞER TECRÛBEYEKE NÛ DI REWŞA SÛRIYEYÊ DE YE

Di berdewama axaftina xwe de Îlham got ew bi awayekî erênî li bûyer û guhartinên li qada Sûriyeyê dinêrin û peymaneke wiha jî tecrûbeyeke nû di rewşa Sûriyeyê de ye ku aloziya li ser asta Sûriyeyê û herêmê bi dawî bibe.

‛PÊWISTÎ BI BERFIREHKIRINA LIHEVKIRINAN Û MISOGERKIRINA DI DESTÛRÊ DE HEYE’

Îlham Ehmed wiha domand: "Divê ev lihevkirin li seranserî xaka Sûriyeyê werin berfirehkirin û pêkanîn. Li gorî van lihevkirin êdî beşdariya di şerên nû de qedexe ye û sivîl jî ji pevçûn û aloziyan tên dûrxistin. Vê tecrûbeyê gelek mijar û dosyayên ku pêdiviya wan bi çareserkirinê heye, derxistin holê. Gelê Sûriyeyê ji siyaset û azadiyan bê par man. Hin madeyên destûrê yên girîng û pir pêwîst hene ku garantiya bidawîkirina aloziyan û veguhastina Sûriyeyê ber bi rewşa nû ve ne. Tevlêbûn û kûrkirina mîna van lihevkirinan û garantiya wan di madeyên destûrê de pêdiviyek e."

‛DOSYAYA BAJARÊN DAGIRKIRÎ LI SER MASEYA DIAYLOGAN E Û VEGERA EWLE YA KOÇBERAN PÊWÎSTIYEKE NIŞTÎMANÎ YE’

Der barê bandora peymana Helebê li ser vegera koçberên bajarê Efrînê û vegera penaberan li bajarê xwe de Îlham diyar kir ku dosyaya Efrînê hîna taloqkirî maye, di gelek hevdîtinên bi Şamê re çêbûne de, bi gelek aliyên navneteweyî re re çi rêxistinên NY’yê yan jî aliyên navneteweyî yên dîtir dibin, nîqaş li ser hate kirin.

Îlham anî ziman ku dibe ku ev lihevkirinên fireh bibin û bajarê Efrînê jî bigire nava xwe û got: "Vegera koçberên Efrînê li herêmên xwe pêwîstiyek e. Dibe ku ev veger jî di dîroka aloziya Sûriyeyê de gaveke nû be, ku ewlehiya welatiyan were parastin û kiryarên guhertina demografîk a di salên borî de bûne werin sekinandin û jiyaneke nû were peydakirin. Rêveberiya Xweser vê dosyayê bi desthilata Şamê re nîqaş dike."

Têkildarî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî jî Îlham diyar kir ku ev herêm hîna di bin kontrola hêzên dewleta Tirk û komên girêdayî wê de ne û ew mijar jî li ser maseya nîqaşan e û wiha pê de çû: "Çareserkirina van dosyayan ji dosyayên bingehîn e ku Rêveberiya Xweser dişopîne û girîngiyê die ku vegereke ewle ya tevahî Sûriyeyiyan çêbe bi taybet li van herêman."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiyê de got: "Hejmareke mezin a Sûriyeyiyan hîna di hundirê Sûriyeyê de koçber in. Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê gelê gelek herêman vegerîn, lê gelê herêmên dagirkirî ji ber tirsa rewşên ewlehiyê venegerîne. Ji ber wê garantiyên ewlehî pêwîst in ku şênî bi awayekî ewle vegerin warên xwe."

(mh/fr)

ANHA