Fermandarên QSD’ê rewş û kêşeyên li herêmê gotûbêj kirin

Meclisên leşkerî yên QSD’ê û fermandarên wan rewşa leşkerî ya hêzan û rewşa siyasî li herêmê û Sûriyeyê, kêşe û peymanên bi hikumeta Şamê re gotûbêj kirin.

Fermandarên QSD’ê rewş û kêşeyên li herêmê gotûbêj kirin
6 nîsan, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civîna xwe ya asayî bi beşdariya fermandarên meclisên leşkerî û tevahî saziyên leşkerî yên girêdayî QSD’ê li dar xist.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî amade bûn. Mazlûm Ebdî bi berfirehî li ser geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Her wiha Ebdî peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd - Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin û bandorên siyasî û leşkerî yên peymanê şîrove kirin. Li kêlek wê jî Ebdî bal kişand ser hewldanên xwecihî û navneteweyî ji bo agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê.

Piştre fermandarên meclisên leşkerî raporên xwe yên leşkerî xwendin û behsa serketinên pêk hatine û pêşdeçûnên di teşeya meclisan de çêbûne kirin.

Her wiha beşdarên civînê behsa kêşe û pirsgirêkên li pêşiya xebatên meclîsan kirin û bi Fermandariya Giştî re rêbazên derbaskirinê nîqaş kirin. Fermandariyê jî ew yek rexne kir û hişyarî da fermandarên meclisan ku ew mijar werin derbaskirin û rewşên nû yên Sûriye û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibin re adepta bibin.

Fermandariyê xwest ku perwerdeyên leşkerî zêde bibin û hêzên leşkerî ji bo dan û standina li hember her rewşî amade bin.

(mh/fr)