Îlham Ehmed: Divê entegreya xwendekar û mamosteyan were zelalkirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed da zanîn ku divê rêkarên entegreya xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî werin zelalkirin û got, " Ji bo misogerkirina mafê xwendekaran ê perwerdeyê û domandina xebatên mamostetiyê divê astengiyên îdarî û zimanî ji holê rabin."

Îlham Ehmed: Divê entegreya xwendekar û mamosteyan were zelalkirin
8 îlon, 2026   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî pêvajoya entegrasyonê û astengiyên li pêşiya mamoste û xwendekarên Kurd, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji ANHA`yê re axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku bi destpêkirina qonaxeke nû ya xebatên saziyan li Sûriyeyê re, girîngiya temamkirina gavên pratîkî yên têrker ên ku entegreya xwendekar û mamosteyan misgoer dike derdikeve holê. Îlham Ehmed anî ziman ku divê mafê xwendekar û mamosteyan were parastin û istiqrara proseya xwendinê were pêşxistin.

Îlham Ehmed bal kişand ser xwendekarên Kurd ên ku li hin dibistanên hikumetê perwerde dîtine jî got: "Xwendekarên Kurd ên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dîtine li hin dibistanên hikumetê rastî hejmarek ji rêkaran tên ku hewcedarî zelalkirin û rêxistinkirinê ne. Yek ji wan jî ezmûnên bi zimanê erebî, pêdiviyên wergerê û belgekirina bawernameyan ne. Li kêlek van tişan heta niha makanîzmeya qebûlkirina xwendekaran û entegreya mamosteyan ne diyar in."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew hêvî dikin rêkarên yekbûyî û zelal li Kobanê, Hesekê û Qamişlo, Heleb û Efrînê  werin pêkanîn ku taybetmendiyên qonaxa veguhêz li ber çavan were girtin û xwendekar û mamoste bi hêsanî derbasî saziyên nû yên perwerdeyê bibin.

Îlham Ehmed got "Divê astengiyên li pêşiya xwendekar û mamosteyan bên rakirin û careke din bi awayeke piratîkî û berpirsyar li ber çavan bênge girtin. Ji bo yekkirina makanîzmeyên wê jî xebat bê kirin bi rengê ku rêkarên îdarî û pêdiviyên zimanî nebin kelem li pêşiya mafê fêrbûnê û mamoste karibin peyama xwe bi cih bînin. Her wiha pêdiviya qonaxê bi çareseriyeke pratîkî û hemaheng heye ku berjewendiyên xwendekaran û istiqrara proseya fêrkirinê bibin armancên pêşîn."

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo entegreya saziyan bi serkeve pêdivî bi zelalkirina rêgezan û hemahengî di navbera aliyên têkildar de û baweriyê heye."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Qonaxa nû derfeteke ku em karibin modelek perwerdehiyê ava bikin ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide, her wiha ziman û çandên wê biparêze. Her wiha hestê hevkarî û hemwelatîbûna wekhev a hemû gelên wê bihêz bike û astengiyên îdarî an zimanî ji holê rabikin."

(sb)

ANHA