Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in

Koçberên vedigerin Serêkaniyê got ew kêfxweş in û daxwaz kir ku hemû koçberên Serêkaniyê berî zivistanê vegerin warê xwe.

Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
Koçberên Serêkaniyê bi vegerê kêfxweş in
8 îlon, 2026   15:46
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê îro vegeriya Serêkaniyê. Hejmara wan nêzî 7 hezar kesî (700 malbat) ye. 

Berî ku vegerin, koçber ji ANHA`yê re axivîn û diyar kir ku kêfxweş bûn ku piştî 7 salan vedigerin warê xwe û ew dixwazin bi ewle bijîn.

Ehmed Mihemed got: "Ez ji gundê El Menacîr im, gelekî kêfxweşim ku vedigerin, ez hêvî dikim ku hemû koçberên Sûriyeyê vegerin warê xwe. Mala min wêran bûye ez ê lê bikim û tê de bijîn."

Yasîn Îdan jî got: "Ez ji gundê El Menacîr im, ez kêfxweşim ku vedigerim, her kesê ku li kampan bi me re bûn alîkar em wan spas dikin û bi hêvî ne ku berî zivistanê hemû koçber vegerin."

Şemsa Hisên Ehmed got ew 7 salan li kampan bûn û wiha lê zêde kir: "Me li koçberiyê zor û zehmetî dît, malbatên ku vedigerin pêdiviya wan bi alîkariyê heye hayanî ku malên xwe lê bikin û pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin."

Fatma Ebdulrehman diyar kir ku malbatên dûrî xaka xwe bûn êş kişandin û got ew kêfxweşe ku vedigere mal û warê xwe.

Fatmayê anî ziman ku mala wê wêran bûye û ew ê di bin konan de bimînin heyanî ku mala xwe lê bikin. Di dawiyê de hêvî kir ku hemû koçber berî zivistanê vegerin Serêkaniyê.

(np)

ANHA