HRANA: Di 24 saetan de 33 sivîl hatin qetilkirin

Li gorî HRANA'yê di nava 24 saetên borî de di êrişên DYA-Îsraîl ên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 33 sivîl hatin qetilkirin û 8 jî birîndar bûne.

HRANA: Di 24 saetan de 33 sivîl hatin qetilkirin
8 adar, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA'yê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îran û Îsraîl-DYA'yê bi raporekê parve kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 24 saetên borî de herî kêm 485 êriş hatine pêkanîn û ev agahî hatin dayîn "63 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên petrolê hatine hedef girtin''.

Li gorî rapora HRANA'yê, di êrişên 24 saetên borî de 33 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 8 welatî jî birîndar bûne.

HRANA'yê da zanîn ku piraniya êrişan li dijî Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.

Her wiha HRANA'yê ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hezar û 205 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku ji vê hejmarê 193 jê zarok bûn, 187 jî endamên hêzên zordar ên rejîma Îranê bûn.