HPG`ê şehîd Baza Azad Pîro bi bîr anî

Navenda Ragihandinê ya HPG`ê salvegera şehadeta fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro de, wî bi rêzdarî bibîr anî û got, “15 sal li nav refên gerîla, bêhesab, bêyî dudilîbûn û bi awayekî fedaî têkoşîn meşand.”

HPG`ê şehîd Baza Azad Pîro bi bîr anî
29 îlon, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê ragihand ku di Îlona 2020’an de li Herêmên Parastina yên Medyayê fermandarê Apoyî yê fedaî hevrê Baz Azad Pîro di salvegra şehadete wî de bi rêzdarî bibîr tînin û ev tişt hatin gotin:

“Hevrê Baz ê zarokê Amedê yê wêrek, ji dema tevlîbûna xwe heta şehadetê 15 salên ku di rêfên gerîla de bêhesab, bêteredut û bi xwedayînekê bêguman ve têkoşiya. Hevreyê me yê ku halê herî saf û paqij a fedaîtî îfade dike, bi dilê xwe yê paqij, kesayeta xwe ya durist û jidil, hevaltiya xwe ya bêhesab û xurt re di dilê her hevalê xwe yê têkoşînê de cih girt. Di cihên herî zehmet ê qadên gerîla de têkoşiya û bû îfadeya heqîqetbûna vîna Apoyî. Di gelek xebatên stratejik a partiya me yê xwedî bawerî û berpirsyariyê mezin dixwaze de cih girt û bi sekna xwe ya mîlîtanî û kesayeta xwe ya cewherî ve bû layiqî baweriya hevalên xwe. Hevrê Baz ê ku fedaîtî weke şêwazê jiyanê hedibandibû, bi felsefeya partiya me ya lokmayek û xirkayekî re ji Zagrosan heta Amadê, ji Kobanê û gelek deverên Kurdistanê bi çenteyê pişta xwe ve li pey hêviya azadiyê re baz da, têkoşiya û betirs şer kir.

Em weke hevrêyên wî ji ber ku me fermanderek fedaî hevrê Azad Baz Pîro naskir û pê re mil bi mil ji bo heman xeyalan têkoşîn kiriye xwe xwedî şens dibînin. Em soz didin ku em ê bibin xwedî têkoşînekî ku layiqî bîranîna wî be û soza xwe ya serketinê dubare dikin. Bi van hestan di serî de ji malbata hevrê Baz ê bi nirx û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz Azad Pîro bi vî rengî ne:

Nasnav: Baz Azad Pîro

Nav û paşnav: Abdurrahman Aksal

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Fatma – Omer

Dem û cihê şehadetê: 25 Îlon 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Baz ê ku bi kesayeta xwe ya gihayî, bipîvan û dilnizm bû Pîr, 25’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêyê me Baz wê bi jiyan, têkoşîn û kênê xwe yê germ her tim pêşengiya me bike. Em hevrêyên wî soz didin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ê hevrêyê xwe Baz bi ser bixin.”