HPG`ê bîlançoya çalakiyên gerîla ya 4 rojan aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya çalakiyên gerîla li dijî dagirkeriya Tirk li dar xistine, aşkera kir. Li gorî daxuyaniyê, gerîla 16 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare mane çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn û sûcê şer kirin.

HPG`ê bîlançoya çalakiyên gerîla ya 4 rojan aşkera kir
2 hezîran, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

30'yê Gulanê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30`yê Gulanê saet di 14:47'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31`ê Gulanê saet di 09:15 û 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

31`ê Gulanê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

31`ê Gulanê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1`ê Hezîranê saet di 13:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1`ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31`ê Gulanê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

31`ê Gulanê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31`ê Gulanê saet di 16:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

31`ê Gulanê saet di 16:30 û 17:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.

2`yê Hezîranê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

1`ê Hezîranê saet di 07:50'î de li qada Mîskayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi pêş ve biçin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

30, 31`ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 21 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

31`ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

29`ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

31`ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Zengilê, Deriyê Hirçê, Dêreşê 7 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Serê Metîna û Dergelê 9 caran, li Herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."