HPG-NRÇ: Operasyonên artêşa Tirk dewam dikin

HPG-NRÇ'ê diyar kir ku artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlîk, Amed, Herekol û Bestayê 14-15 û 19'ê Cotmehê operasyonên dagirkeriyê kirine.

HPG-NRÇ: Operasyonên artêşa Tirk dewam dikin
23 cotmeh, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

"Bi wesîleya salvegera şehadeta fermandarên Tabûra Nemiran hevrê Asya Alî - Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn - Alî Orek ên 23'yê Cotmeha 2024'an li TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedaî kir û fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan Hêvî - Gulnaz Karataş ku 25'ê Cotmeha 1992'yan bi berxwedan, sekn û çalakiya xwe bû sembola li dijî xiyanet û teslîmiyetê, şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranînên pîroz ên şehîdan bin, meşa xwe ya li ser xeta şehîdan bi ruhê fedaî yê Apoyî bêteredût dewam bikin, armancên şehîdan bi ser bixin û hêjayî bîranîna wan bin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê operasyon û êrişên berfireh kirin.

Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlik û navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hate pêkanîn.

Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyonên berfireh hatin kirin.

Di 19'ê Cotmehê de li herêma Besta ya Botanê operasyon hate kirin.

Di van operasyonan de ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên di pozîsyona agirbestê de tên kirin, li gel ku em naxwazin eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan dibe operasyonê.”