HPC-Tirbespiyê: Parastina welat erka me ye

Hêzên Parastina Civakî (HPC) û HPC-JIN, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD`ê re ragihand û diyar kir ku parastina welat erkeke li ser milê wan e.

HPC-Tirbespiyê: Parastina welat erka me ye
11 ÇILE, 2025   11:33
QAMIŞLO

Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û HPC-Jin ên li Tirbespiyê li pêşiya navenda xwe kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgiya xwe bi QSD`ê re nîşan da. 

Endama HPC- Jin Fatima Ehmed bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin ku ew ê mil bi mil dê li kêleka hêzên parastinê bin. Hate gotin "Em wekî Hêzên Parastina Civakî, ji bo parastina xak û welatê xwe beşdarî seferberiya giştî dibin. Parastina welatê me erkeke dikeve ser milê me."

Di daxuyaniyê de berxwedana şervanên QSD`ê û YPJ`ê ya parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat silavkirin û bang li tevahî gelê herêmê  hat kirin ku "Li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û cihê di nava hêzên xwe yên parastinê de bigrin. Divên em li keda şehîdan xwedî derkevin."

(ex/bb)

ANHA