Nobedar: Em dest ji bendavê bernadin 

Şêniyên ku di roja çeremîn de li bendava Tişrînê nobedariya parastinê dikin tekez kirin ku parastina bendavê erkekî nîştimanî ye li ser milê her kesekî û ew dest ji bendavê bernadin.

Nobedar: Em dest ji bendavê bernadin 
Nobedar: Em dest ji bendavê bernadin 
Nobedar: Em dest ji bendavê bernadin 
Nobedar: Em dest ji bendavê bernadin 
11 ÇILE, 2025   10:44
KOBANÊ

Ji bo parastina bendava Tirşrînê ku ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê tê, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 roj in kom bi kom li bendava Tişrînê nebedariyê dikin.

Beriya 4 rojan girseya gel ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrişan ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ket û karwanê wan hat bombebarankirin, di encama bombebaranê de 3 şênî şehîd bûn û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Lê şênî bi peyatî rêwîtiya xwe dewam kirin, bi hezaran metre meşiyan û xwe gihandin bendavê û li wir dest bi nobedariyê kirin.

Şêniyên ku kom bi kom nobedariyê dikin, tekez kirin ku parastina bendavê erkek niştimanî ye li ser milê her kesekî û ew ê dev ji bendavê bernedin.

Duh nişteciyên çend ji bajarên kantona Cîzîrê ji bo nobedariyê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.

(k)