Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê

Berî çend kêliyan komek şêniyên kantona Cizîrê ji kantona Tebqayê ber bi bendava Tişrînê kete rê, ji bo beşdarî nobedariya  parastinê bibin.

Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
11 ÇILE, 2025   11:35
TEBQA

Duh bi sedan şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Hesekê, Şedadê û Amûdê ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê, îro danê sibê jî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bendavê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê. 

Beriya 4 rojan girseya gel ji kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin û bi dorê li bendavê nobedariyê dikin da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî karwanê sivîlan kirin, di êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Biryar e îro piştî nîvro şêniyên ji kantona Cizîrê bigihêjin bendava Tişrînê.

(k)