Hîwa: 2 xwepêşander hatin bidarvekirin, heman ceza li 15 kesan hatiye birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Hîwa ragihand dadgeha rejîma Îranê 2 kes bi darve kirin û cezayê bidarvekirinê li 15 xwepêşanderan biriye.

Hîwa: 2 xwepêşander hatin bidarvekirin, heman ceza li 15 kesan hatiye birîn
7 hezîran, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Hîwa di daxuyaniyek de eşkere kir ku di çend hefteyên borî de dadgehên Îranê cezayê  bidarvekirinê li 17 xwepêşanderan biriye û ew şandine girtîgehan.

Li gor daxuyaniya rêxistinê navên hin ji kesên ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn wiha ne; Îsmaîl Remezanpur, Arman Merîfetî, Reuf Şêxmerufî, Mihemed Ferecî, Benyamîn Neqdî, Zehra Şehbaz Teberî, Eşkan Malikî, Mihrdad Mihemedîna, Yasîn Şehbexş, Hesen Mislawî Terefî, Yaqub Derxişan, Hesen Emîrî, Husên Emîrî, Elî Kemalî, Hadî Nikbext û Fezlula Nîkbext. Ji vana Eşkan Malikî û Mihrdad Mihemedîna hatine bidarvekirin.

Hêjayî gotinê ye piraniya van kesan bêyî ku parêzerên serbixwe di dema dadgehkirina wan de amade bin, ji aliyê dadgehên Îranê ve bi awayek bi lez û bez hatine dadgehkirin û cezayên giran li wan hatine birîn.