Civata Giştî ya KNK'ê di roja duyemîn de ye

Roja duyemîn a civîna Civata Giştî ya KNK'ê bi nîqaşên li ser mijara "Konferansa Neteweyî" dest pê kir. Di civînê de li hemberî ferzkirina Lozaneke duyemîn û gefên herêmî yên li ser gelê Kurd işaret bi girîngiya "Biryardariya yekitiyê" hate kirin.

Civata Giştî ya KNK'ê di roja duyemîn de ye
7 hezîran, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja duyemîn a Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi nîqaşa bi sernavê "Konferansa Neteweyî" destpê kir. Piştî daxuyaniya dîwanê ya li ser armanca civînê, delegeyan bi dorê mafê axaftinê wergirtin û ji bo karê li ser lidarxistina konferansa neteweyî pêşniyar kirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê KNK'ê Zubeyîr Aydar li civînê axivî û anî ziman ku di çarçoveya protestoyên salvegera Peymana Lozanê de ya ku parçekirina Kurdistanê erê kir, wê li bajarê Lozanê çalakî û panelek bê lidarxistin.

Aydar ragihand ku nîqaşên li vê panelê ji rabirdûyê wêdetir wê li ser sedsala li pêşiya Kurdan be û got, "Nîqaşên çalakî û panela li Lozanê wê bi giranî li ser yekitiya neteweyî û karên divê ji bo paşeroja bê werin kirin, be. "

‘DIVÊ KONSENSUS Û ZEXTEKE DI SER PARTIYAN RE BÊ AFIRANDIN‘

Zubeyîr Aydar diyar kir ku karên yekitiya neteweyî yên di civîna civata giştî ya KNK'ê de hate bilêvkirin, di rojeva wan hemûyan de ye, karê sereke ye û got, "Ji bo pêkhatina vê yekitiyê her kesên li vê derê, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û kesayet hemû divê zextê li partiyên Kurd bikin. Divê konsensusek û zexteke raya giştî ya di ser partiyan re bê afirandin. Ev zext dibe ku hemû partiyan li nuqteyeke hevpar bigihîne hev û yekitiyeke neteweyî ava bike. Ji ber ku dijminên gelê Kurd îro jî dixwazin Lozaneke duyemîn bînin serê Kurdan. Rewş gelekî cidî ye, ti garantî nîne ku bûyerên li Rojava qewimîn li Başûr jî neqewimin. Ji xwe xeteriyên li ser wê derê jî têne zanîn. Ji ber vê yekê kîjan partî dibe bila bibe, divê em hemû zextan li partiyan bikin. Ev zext wê zexta yekitiya neteweyî li wan bike. KNK ji xwe bi vê armancê ava bû û karên xwe jî li ser vê bingehê dimeşîne. Îro li vê derê wê ji bo konferansa neteweyî biryarek bê dayin û komîsyonek bê avakirin."

'HER KU PÊVAJOYA YEKITIYÊ BI PÊŞ VE BIÇE, WÊ BANDORÊ LI HEMÛ PARTIYAN BIKE'

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku her ku pêvajoya yekitiyê bi pêş ve biçe, wê bandorê li hemû partiyan û saziyên Kurd bike û got, "Ji ber vê yekê, ji bo avakirina yekitiya neteweyî ku du roj in em li vê derê nîqaş dikin û li ser disekinin, divê em zexteke xurt li partiyên Kurd bikin. Gaveke bi vî rengî wê destketiyên li Rojava mayinde bike û gefên li ser Başûr beralî bike, her wiha wê bandoreke erênî li pêvajoya li Bakur bike. Li Rojhilat jî wê rûpeleke nû bê vekirin. Em dikarin van gefên li ser gelê xwe bi siyaeteke hevpar û yekitiyê beralî bikin. "

Piştî axaftina Aydar, peyama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a ji bo Civata Giştî ya KNK'ê hate xwendin.

'DEM DEMA YEKITIYÊ YE'

Di peyama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de hate gotin, "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê beriya 27 salan ji bo avakirina yekitiya neteweyî bi rê ket. KNK'ê dengê Ehmedî Xanî yê beriya bi sedan salî bihîst û bi karên xwe yên bêhempa hêviya yekitiyê ya gelê me mezin kir. KNK di navbera çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê de bû weke pira yekitiyê û di afirandina dîplomasiya navxweyî de bi roleke girîng rabû."

Înîsiyatîfê diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo paşerojeke nû gelekî girîng e û got, "Azadiya Birêz Ocalan û daxwazên wî ne tenê ji bo pêvajoya heyî, di heman demê de ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd jî weke xeta sor derdikeve pêş. Ji ber vê jî eger em karibin li Kurdistanê yekitiyeke neteweyî ya berfireh ava bikin, bêguman ev yek wê destê Birêz Ocalan hîn xurtir bike û cîhan tev wê baştir fêhm bike ku gelê Kurd li herêma xwe aktorekî mezin e û nikare tine bê hesibandin. "

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku dem dema yekitiyê ye û ragihand ku ew xwedî li mîrateya KNK'ê derdikevin û wê heta dawiyê xwedî li vê mîrateya pîroz derkevin.