Hiqûqnas: Tecrîda li Imralîyê binpêkirina qanûna navdewletî ye

Hikqûqnas Ewas Elî Xelîl ji hêzên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz kir ku li dijî sîstema tecrîda li Îmralî bi awayekî lezgîn tevbigerin. Elî Xelîl, da zanîn ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, binpêkirina hemû pîvan û zagonên navdewletî ye.

Hiqûqnas: Tecrîda li Imralîyê binpêkirina qanûna navdewletî ye
29 îlon, 2025   02:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Bi berdewama sîstema Îmralî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dengên ji bo dawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind dibin, zêdetir dibin. Ji ber tecîra li Îmralî li dijî hemû pîvan û zagonên navdewletî ye.

Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl yê ji bajarê Reqayê derbarê mijarê de axivî û bang li rêxistin û hêzên navdewletî yên têkildar kir ku erka xwe pêk bînin. Ji wan daxwaz kir ji bo li Îmralî dawî li binpêkirina zagonên navdewletî û pîvanên mirovî were, tevbigerin.

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku tecrîda girankirî ya ji destpêka girtinê ve li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, li dijî qanûnên cinayeta navdeweltî û qanûna mafê mirovane û wiha dirêjî da axaftinaxwe: “Li gorî qanûnê em behsê dikin, piştî dema lêpirsînê bi daw bibe û biryara darizandinê derheqî wî de derkeve, nabe tecrîd li ser girtî were ferizkirin. Nabe ji cîhana derve were qutkirin.Sûcê kiribe çi dibe, bela bibe.”

Xelîl di berdewama axaftina xwe kirinên dewleta Tirk ên li dijî mafê mirovan bibîr xist û wiha dom kir: “Bi salane dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye. Ev bi xwe binpêkirina li dijî qanûna navdewletî ye. Bi taybet di rewşa rêbertî de hejmarek rêxistinên navdewletî wî wekî esîrê şer pênase dikin. Ji ber şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirk dewam dikir.

Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl da zanîn ku hin rêxistinên hiqûqî Rêber Abdullah Ocalan wekî kesayeta siyasî ya nûnertiya hêviya gelê Kurd, pênase dikin û wiha dom kir: “Ji vê nerînê li gorî qanûna navdewletî ya mirovî divê nêzîkatiyek taybet pê re were kirin. Lê mixabin dewleta Tirk van pîvanan red dike. Pêkanîna tecrîda girankirî bê navber didomîne.”

Xelîl bibîr xist ku dadgehê despêkê derheqê Rêber Abdullah Ocalan de cezayê bidarvekirinê birî bû û wiha dom kir: “Paşê di bin zexta navdewletî de ev ceza bi girtina heya heye hate guhertin. Di qanûna navdewletî de tiştek navê wê girtîgeha heya heya ya bê veger tune ye. Cezayên herî giran di navbera 20 û 25 salan de ye. Niha dema girtina Rêber Abdullah Ocalan bûye 27 sal, tê wateya wî dema girtinê derbas kiriye.”

Xelîl, qanûnên dewleta Tirk jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Qanûnên dewleta Tirk bi xwe jî, wekî ‘mafê hêviyê’ mafê dide girtî derfetekê bibîne. Rewşa wî ya qanûnî piştî çend salan di ber çavan re were derbaskirin. Lê dewleta Tirk vê qanûnê jî derheqê Rêber Ahdullah Ocalan de paş guhkiriye.”

Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl di dawiya axftina xwe de bang li hêzên navdewletî û taybet ên mafê mirovan wekî Xaça Sor a Navdewletî û CPT’yê kir ku derbarê binpêkirinên dewleta TIrk erka xwe pêk bînin. Dema girtina Rêbertî ya dadgehê nîşan daye bi dawî bûye. Ji lewma gerek zextê li dewleta Tirk bikin da Rêber Abdullah Ocalan serbest berde. Divê rêzê ji qanûnên navdewletî û yên mafê mirovan re bigrin.”

(dc)

ANHA