Hikûmeta Veguhêz berpirsiyara komkujiyan e’

Rêvebirê Rêxistina Sûrîyeyîyê ji bo Rastî û Dadmendiyê, Besam El Ehmed diyar kir ku bûyerên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê qewimîn ne binpêkirinên takekesî ne, lê encama "hevkariyeke di astên herî bilind de " pêk hatin. El Ehmed got : "Ji van komkujiyan hikumeta veguhêz berpirsiyar e."

Hikûmeta Veguhêz berpirsiyara komkujiyan e’
29 îlon, 2025   05:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ji dema hilweşîna rejîma Baasˊê di 8`ê Kanûna 2024`an de heta avakirina hikûmeta veguhêz di 2025`an de, li gelek deverên Sûriyeyê li peravê, Hema û Siwêdayê komkujî pêk hatin. Di raporên mafên mirovan de ev komkujî bi berfirehî hatine belgekirin.

KOMKUJIYÊN LI PERAVA SÛRIYEYÊ: NEBÛNA DADMENDIYÊ Û KUŞTINÊN BÊ DARIZANDIN

Di navbera 6 û 9`ê Adarê de, li perava Sûriyeyê li dijî welatiyan komkujî hatin kirin. Dîmenên vîdyoyê nîşan didin ku endamên hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê sûcên kuştin, talankirin û şewitandin kirine.

Li gorî ku çend rêxistinên mafên mirovan ev bûyer belge kirine, zêdetirî 1479 kes hatin kuştin, ku piraniya wan Elewî bûn. Li Laziqyê 872, Tartûsê, 525 û li Hemayê 272 kes hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiribû ku hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl ên belgekirî, ligel ên bi nav hatine belgekirin, gihîştiye 1682 kesan. Ev kes di navbera 6`ê Adarê û 28`ê Nîsanê de hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, herî kêm 1200 welatî bêyî fermanên girtinê yan qanûnî hatine girtin.

LI SIWÊDAYÊ BI HEMAN RENGÎ KOMKUJÎ

Li Siwêdayê û gundewarê wê yê li başûrê Sûriyeyê jî komkujî qewimîn. Ev komkujî bi êrişên hêzên Wezaretên Parastin û Karên Hundir, yên girêdayî hikûmeta veguhêz, di 13`ê Tîrmehê de dest pê kirin. Li bajêr û gundewarê wê pevçûnên tund derketin.

Di van komkujiyan de zêdetirî 2 hezar û 48 kes mirin, di nav de hezar 592 ji Siwêdayê, ji wan 817 hatine înfazkirin (jê 20 xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Neteweyî yên Siwêdayê) ne.

516 DURZÎ HATIN REVANDIN Û WINDAKIRIN, 103 JI WAN JIN IN

SOHRˊê û Sûrîyeyîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê, û Arşîva Sûrîyeyê di raporekê de ku di 23`ê Îlona 2025ˊan de hatibû weşandin eşkere kiribû ku herî kêm li 24 bajarok, gund û taxan kiriye, bi taybetî li Hums, gundewarê Hemayê, û Siwêdayê binpêkirin pêk hatine.

Rapora hersê rêxistinan xwe spartiye zêdetirî 100 hevpeyvînên bi qurbaniyan, şahidan, endamên çekdar û rojnamevanan re, û raporên ku bi belgeyên bihîstbarî û dîmenên satelîtê. Di van komkujiyan de, kuştina keyfî, serdegirtinên malan, şewitandin û talankirin, û binpêkirinên li ser bingeha nasnameyê hatin kirin, hene.

Rêxistinên mafên mirovan diyar kir ku Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di tevgerkirina yekîneyên leşkerî û rêvebirina wan de xwedî roleke sereke ye. Desthilatan bi deh hezaran leşker ji seranserê welêt kom kirin û deverên êriş lê werin kirin ji wan re destnîşan kirin.

BESAM EL EHMED: BERPIRSIYARIYA SEREKE YA TIŞTÊ KU QEWIMÎ DIKEVE SER HIKÛMETA VEGUHÊZ

Rêvebirê Rêxistina Sûrîyeyîyên ji bo Rastî û Dadmendiyê, Besam El Ehmed, ji ajansa me re diyar kir ku berpirsiyarê sûcên li peravê, Siwêdayê û deverên din ên li seranserê Sûriyeyê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ye.

TIŞTÊ KU QEWIMÎ ENCAMA HEVKARIYA DI ASTA HERÎ BILIND DE BÛ

Besam El Ehmed diyar kir ku "ev pirsgirêk ne tenê bi nebicîhanîna fermanan ji aliyê hin kesan ve girêdayî ye, lê belê tiştê ku qewimî encama hevkariya di asta herî bilind de ye, lewma hikûmeta veguhêz şirîkek sereke yê van binpêkirin û komkujiyan ne. "

El Ehmed di berdewama axaftina xe de got, "Mijara Dadmendiyê li Sûriyeyê pir aloz e" û ev pirs kirin, "Ma dibe hikûmetek ku komkujî kirine hesabê ji xwe bixwaze? Ma dibe ku ji hikûmetek tewanbar were xwestin ku bibe lêvegera dadmeniyê?"

KOMKUJÎ NE ENCAMA KIRYARÊN TAKEKESÎ BÛN!

Der barê rapora ku hersê rêxistinên mafên mirovan derxistiye de El Ehmed diyar kir ku binpêkirinên berfireh ên ku qewimîn di dema êrişek leşkerî ya hebeş de pêk hatin, lewma hem dethilatên sivîl hem jî yên leşkerî berpirsyar in.

Besam El Ehmed, di dawiya axaftina xwe de diyar ku komkujiyên hatine kirin ne encama kiryarên takekesî yên kesên beredayî bûn, lê encama "hevkariyeke di astên herî bilind de" pêk hatin û berpirsyariya herî mezin a komkujî û binpêkirinan a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ye.

(k)

ANHA