Hinardekirina enerjiyê di ser Sûriyeyê re rojeva rojnameyên erebî bû

Mijara hinardekirina elektrîkê û gazê ji Misir û Urdunê bi rêya Sûriyeyê, gotûbêjên berdewam ên li Lubnanê li ser kombûna krîzên siyasî û dîrokî û bandora wan li ser rewşa û siberoja welêt, ji nû ve ketin rojevê.

Hinardekirina enerjiyê di ser Sûriyeyê re rojeva rojnameyên erebî bû
11 gulan, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser bandorên krîzên cîhanê li ser aboriyê û gotûbêjên berdewam ên li ser xeletiyên siyasî yên Lubnanê û encamên wan û projeya hinardekirina elektrîkê û gazê bi rêya Sûriyeyê, nivîsîn.

ELEKTRÎK BI RÊYA SÛRIYEYÊ

Rojnameya Lubnanê  El Axbar mijara hinardekirina elektrîkê û gazê ji Misir û Urdunê bi rêya Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku astengiya sereke ji cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amaerîkayê (DYA) yên têkildarî Qanûna Qeyser veguherîn mijara fînansmanê.

Her wiha destnîşan kir ku rakirina ambargoyên li ser Sûriyeyê proje vejand, piştî civîneke sêalî li Emmanê ku wezîrên enerjiyê yên Lubnan, Sûriyeyê û Urdunê beşdar bûn û li ser aktîfkirina girêdana elektrîkê û veguhastina gazê gotûbêj kirin.

‘KÎ JI KRÎZAN SÛDÊ WERDIGIRE?

Rojnameya Şerq El Ewsat bandora krîzên cîhanî yên li pey hev li ser aboriya navneteweyî nirxand û diyar kir ku şer, krîzên tenduristiyê û enerjî bûne sektorên aborî ku sûdê didin hejmareke şîrketan.

Rojnameyê destnîşan kir ku sektorên parastin, sîgorte, enerjî, şêwirmendiyê di nav sûdemendên herî berbiçav ên krîzên cîhanî de bûn û bal kişand ser zêdebûna lêçûnên leşkerî yên cîhanî heya bi qasî 2.9 trilyon dolarî, ji bilî zêdebûna lêçûnên sîgorteya deryayî û enerjiyê wekî encameke alozî û şerên herêmî.

‘ŞAŞIYÊN LUBNANÊ YÊN KU DÊ BERDÊLA WAN WERE DAYÎN’

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser "şaşiyên Lubnanê yên kombûyî" ji Peymana Qahîreyê ya 1969’an û vir ve û diyar kir ku ev şaşî bûn sedema qelskirina serweriya Lubnanê, her wiha bûne sedema tevliheviyên siyasî û ewlehiyê yên berdewam.

Rojnameyê pêşketinên heyî bi pirsgirêkên dîrokî ve girê da ku ji hebûna çekdarî ya filistînî li Lubnanê dest pê dike, bi şerê navxweyî û destwerdana Sûriyeyê re û bi rola Hizbullahê di pevçûnên herêmî de digihêje lûtkeyê.

Rojnameyê diyar kir ku Lubnan îro bi pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên têkildarî dan û standinên wê bi Îsraîlê û rewşa herêmî ya guherbar re rû bi rû ye.

(k)