Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê veguherin şahiya demokrasiyê - ZEKÎ BEDRAN 

Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê veguherin şahiya demokrasiyê - ZEKÎ BEDRAN 
29 gulan 2024   13:02

Tevlîbûna li hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çiqasî xurt be, asta temsîliyetê û rewabûnê jî wê ewqasî xurt be. Divê hilbijartin veguhere şahiya demokrasiyê.

Wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan bên kirin. Hilbijartin di Hezîranê de ne. Demek pir kêm ma, piştî du hefteyan wê gel biçe ser sindoqan. Ev demeke saziyên rêveberiya xweser, derdorên têkildar û partî goftûgo û amedekariyan dikin. Hat ragihandin ku amedekarî temam bûne, bernamzetan serîlêdan kiriye û dê kampanyaya hilbijartinan destpê bike. Di rewşa heyî de li gel kêmaniyan merc ji hilbijartinan re guncaw e. Lê pêwîste bê zanîn ku rewş ne weke tê dîtin e.

Xweserî û rêveberiyên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin ji aliyê tu dewletan ve nayên nasîn. Ew bixwe ne dewlet e û îdaya wê ya bibe dewlet tune ye. Armanca wê ewe ku di nava axa Sûriyeyê de bimîne û rejîmê demokratîk bike. Ev daxwazeke ku pêkhatina wê hem pir hêsan e hem jî pir zehmet e. Ji bo welatekî ku kevneşopiya wê ya demokrasiyê heyî ne pirsgirêk e, dê pir bi hêsanî pêk were û lihevkirin çêbibin. Lê li welatekî weke Sûriyeyê erêkirin û çareserî pir zehmet e. Ji ber ku li Sûriyeyê pergala yekpartîtiyê heye. Ne girînge ku ji sedî çiqasî gel biçe ser sindoqan. Her çawa be dê namzetên Bassê bi dengek nêzî ji sedî sed bê hilbijartin!

Hêzên ku dixwazin rêveberiya xweser ji holê rakin jî bi awayek aktîf li ser kar in. Tirkiyê rêveberiya xweser dijmin îlan kiriye. Herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Herêmên ku dagir nekiriye jî di bin êrişan de dihêle. Ji bo hilweşandina rêveberiya xweser û tunekirina Kurdan di nava lêgerîn û amedekariyên piralî de ye. Xwerêvebirina Kurdan, di vî alî de qezenckirina sergûzeştan ji xwe re weke gef û xeterî dibînin. Ji ber vê DAIŞ jî di nav de bi tevahî hêzên tarî re tifaqan çêdike. Hewl dide Ereban bikişkişîne, nakokiya Kurd û Ereb derbixe û yekîtiya wan xirab bike. Bi kurtayî dewleta Tirk hewl dide di vê pêvajoyê de çiqas xirabî hebe birêxistin bike û bixe dewrê.

Di aliyê hikumeta Şamê de jî rewş ne cuda ye. Ew jî ji bo mayîndenebûna rêveberiya xweser, hilweşîn û serneketina wê hewl didin. Li Sûriyeyê avabûna alternatîf û çandek demokratîk ji xwe re weke gef û xeterî dibînin. Li şûna ku lêgerînên demokratîk ên rêveberiya xweser binirxîne û welat komî ser hev bike, hewl dide wext qezenç bike û rêveberiya xweser tune bike. Ji ber ku bi mejiyê dewletê difikirin tucaran avabûn û alternatîfek ji derveyî dewleta navendî napejirînin. Makezagonek nû, Sûriyeyek demokratîk weke dawiya desthilata xwe dibînin. Herkes baş dizane ku eger hêza hikumeta Şamê têrê bike tucaran nahêle hilbijartinek bi vî awayî pêk bê, dê demildest polîs û artêşê bixe dewrê.

Ji derveyî van astengî û xeteriyan, hinek mijarên din ên ji bo hilbijartinê pêwîste baldarbin hene. Ji ber ku li Sûriyeyê hilbijartinên serbest nehatine kirin, di gel de kevneşopiyek demokratîk û fêrbûnek çênebûye. Di dema yekpartîtiyê de rikberî û xebatên zindî yên hilbijartinê çênebûne. Çawa be dê namzetê Bassê qezenç bike. Ev mîsoger bû. Wê demê kelecana hilbijartinê çênabe û kampanya lewaz derbas dibe. Di welatekî wiha de û civaka bi şer re belav bûyî hilbijartin çêkirin, bi serê xwe şoreşek e. Heta dawî gavek wêrek e. Ji beriya hertiştî pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê têbigihin.

Her çendî rêveberiya xweser ji aliyê dewletan ve neyê nasîn jî divê bê zanîn ku gavên diavêje û pêvajoya siyasî ya destpêkiriye dê tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bandor bike. Qasî nan û av pêwîstiya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê heye. Di rewşa heyî de hêzek din a avabûna demokrasiyê esas digire tune ye. Ji ber rêveberiyên despotîk gelên Rojhilata Navîn nikarin henaseyekî bigirin. Şerê Israîl-Filistînê, pevçûn û şerên bê dawî, derketina çeteyên weke DAIŞ’ê ji ber nebûna demokrasiyê ne. Ji ber wê jî pêşeroja Rojhilata Navîn vebijêrkên demokratîk in. Rêveberiya xweser jî herçendî dilnizim jî be pêşengiya vê dike, danehev û sergûzeştan ava dike.

Di hilbijartinan de nîşaneya herî girîng a rewabûnê beşdariya gel e. Bêguman pir girînge ku hilbijartin di mercên adil, wekhev û serbest de pêk bên. Pêwîste di derdorek demokratîk de amedekarî û kampanyaya hilbijartinê bê meşandin. Gotin di cih de be, pêwîste welat veguhere cihê cejnê. Pêwîste di şahiyek demokrasiyê de kampanya bê meşadin. Jİ bo vê jî pêwîste tevahî partî, bernamzet, sazî û hemwelatî di rewşek seferberiyê de bixebitin û gel biçe ser sindoqan. Beşdariya gel çiqas zêde be, asta nûnertiyê û rewabûn jî dê ewqas xurt be.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ