Hikumeta veguhêz çêkirina dermanên penceşêrê rawestand

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê xebatên çêkirina dermanê nexweşiya penceşrê ya şirketa  “CurePharma” rawestand.

Hikumeta veguhêz çêkirina dermanên penceşêrê rawestand
28 îlon, 2025   15:19
ŞAM 

Çêkirina dermanan li Sûriyeyê di xebatên pîşeyî de ya duyemîn bû. Derfetên mezin û hêza zanistî li welat peyda bibûn. Lê di van salên dawîn de ev pîşeya mirovî paş de vediger û metirsî heye ku bi temamî raweste. Bi hatina hikumeta veguhêz re, şirketên girêdayî hikumetê wekî ya Tamico, hatiye ber rawestandinê.

Biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya rawestandina çêkirina dermanên penceşêrê di şirketa “CurePharma” de gengeşeke mezin çêkiriye. Li gorî karmenên şirketê, ev biryar bi îdiaya ku xwediyê şirketê girêdayî rejîma berê ye hate dayîn.

Şirketa “Cure Pharma” ya taybet bi berhemdariya dermanên nexweşiya penceşêrê li ser asta tevahî Sûriyeyê û li ser asta Rojhilata Navîn ya yekemîn e.  Şirket xebata xwe di sala 2019’an de da destpêkirin. Di sala 2021’an de wezareta tenduristiyê dermanên şirketê xist xebatên fermî ya dewletê. Piştî hilweşîna rejîma berê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li şûna piştgiriy vê pîşeyê bike , bi îdiaya ku girêdayî bazirganiya serokê berê Beşar El Esed e destê xwe danî ser şirketê.

Li gorî wezareta tenduristiyê, çêkirina dermanên nexweşiyên penceşêr, dermanên biyolojîk û hormonî ji sedî 40 ji hemû dermanan e. Tevî ev rêje ji sedî 10 li sûka navxweyî çênake, lê bandora wê gelek zêde ye. Ev rêje û serjimarî her kesî matmayî dihêle gelo çima hikumeta veguhêz yekane kargeha dermanên nexweşiya penceşêrê rawestand, li şûna ku wê wê fireh kiribana û berhemdariya welat pêş bixin. Bi saya berhemên xwecih anîna dermanan ji derve siviktir dibe. Ev jî bandorê li buhaya wê jî dike.

Li Sûriyeyê 113 kargehên ruxsetkirî yên dermanan hene. Ji wan 86 kargeh hîn dixebitin. Dermanên hatine qeydkirin 15 hezar û 500 cûreyên derman in. Ên ji wan di sûka herêmî de peyda dibin, 8 hezar cure ne.

Li gorî çavdêrên tenduristî û pisporên çêkirina dermanan, li Sûriyeyê kêmbûna dijwar a dermanên biyolojî, cureyên xwînê, dermanên hormonî û insolîn heye.

Tevî  şirketa “Tamico” ya yekane li Sûriyeyê bû ku di çêkirina dermanên koronayê de bi ser ket, tevî ku xebatkarên wê hene û dikare dermanên behsa mijarê çêbike, lê niha guh lê nayê kirin, piştgiriya berhemdariya wê nayê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji gelek şirketên dermanan hatine girtin, hikumeta veguhêz li şûna piştgiriyê bide kargehên çêkirina dermanên yên giştî û yên berê, piştgiriyê dide şirketên li bakurê Sûriyeyê û yên taybet.

Li gorî serjimariyên fermî, beriya sala 2011’an li Sûriyeyê  rêjeya çêkirina dermanan ji sedî  91 bû. Li bazara herêmî di asta xwe têrkirinê de bû. Tenê hin sembolên dermanan ên taybet wekî bermahiyên xwînê, derzî, dermanên pencşêr û hin dermanên kêm, ji derve dihatin. Di wê demê de berhemdariya Sûriyeyê ya dermanan ji 70 bazarên dermanan di rêza 1 an 2 an 3’yemîn de bû.

Ev rêje di asta tevahî herêmê de ya herî bilind bû. Lê sal li pey salê dermanên Sûriyeyê nema peyda bûn. Ji ber rewşa dawîn derman kêm bûn û çêkirina dermanan li welatên derdorê pêş ket. Niha berhemdariya Sûriyeyê ya derman li derveyî bazaran pêşbirka cîhanî ya dermanan e.

(dc)

ANHA