Di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê de 30 kes hatin kuştin

Ji ber bombebarana Îsraîlê ya li ser deverên cuda yên Xezayê 30 kes hatin kuştin. Êrişa Îsraîlê ya hewayî û bejahî li ser bajêr berdewam dike.

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê de 30 kes hatin kuştin
28 îlon, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên li nexweşxaneyên Xezayê ji ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA) re ragihand ku ji danê sibê ve di bombebarana Îsraîlê ya li ser deverên cuda yên Xezayê de 30 kes hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, balafirên leşkerî yên Îsraîlê taxa El Nesir a li rojavayê bajarê Xezayê bombebaran kir, di heman demê de hêzên Îsraîlê rê li ber ambulans û xebatkarên parastina sivîl girtin ku bigihîjin cihê bombebaranê.

Li aliyekî din tankên Îsraîlê ber bi taxên El Sabra, Til El Hawa, Redwan, Şêx Redwan û El Nesir ve, ku nêzîkî navenda bajarê Xezayê ne û bi sed hezaran niştecih lê dijîn, pêşve çûn.

Rayedarên tenduristiyê diyar kir ku ji ber êrişan gihîştina hin deveran zehmet e.

Di hêla siyasî de Hemasê ragihand ku ji navbeynkaran tu pêşniyarên nû ji wan re nehatiye û dazanîn ku ew ji bo nirxandina her pêşniyarek amade ye.

Hemasê ragihand ku ji dema êrişa Îsraîlê ya li dijî serokên tevgerê li paytexta Qeterê, Doha ve (9 Îlon 2025), dan û standin rawestiyane.

(k)