Hêzên Şamê nuqteyên çeteyan li Idlib û Helebê tobparan kirin

Hêzên Şamê nuqteyên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Idlib û gundewarên rojavayê Helebê bi top û balafirên bêmirov hedef girtin.

Hêzên Şamê nuqteyên çeteyan li Idlib û Helebê tobparan kirin
23 mijdar, 2024   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Şamê bi guleyên obîsan nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Mecazir ê rojavayê bajarê Seraqib ê gundewarê Idlibê hedef girt, di encamê de çeteyekî dagirkeriyê birîndar bû.

SOHRˋê diyar kir ku balafirên bêmirov û yên xwekuj ên ji cureya FPV nuqteyên li gundên Kefer Noran, Esos û derdora Darit Ize yên li gundewarê rojavayê Helebê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de, Mearet Nasan, derdora Meirbelît û Mecdeliya yên gundewarê bajarê Idlibê yê dagirkirî bombebaran kirin.

Her wiha hêzên Şamê bi guleyên obîsan derdora herêmên Riweyhe, Nêreb ên li nêzî Seraqib ê Idlibê û Kefer Eme yê gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin.

(fr)