Ciwanekî êzidî yê ku DAIŞˋê revandibû hat rizgarkirin

TOLˋê yên girêdayî QSDˋê ciwanekî êzidî yê ku ji hêla çeteyên DAIŞˋê di êrişên li dijî Şengalê de hatibû revandin, rizgar kir.

Ciwanekî êzidî yê ku DAIŞˋê revandibû hat rizgarkirin
23 mijdar, 2024   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ciwanekî êzidî yê ku di êrişên çeteyên DAIŞˋê li dijî Şengalê yê Başûrê Kurdistanê de hatibû revandin, hat rizgarkirin.

Li gorî navendê, Tîmên Operasyonên Taybet (TOl) ên girêdayî QSDˋê li bajarê Minbicê operasyonek pêk anî, di operasyonê de ciwanekî êzidî bi navê Diyar Elî Refo di hundirê maleke dît. Şaneyên çeteyên DAIŞˋê hewl dida wî veguhêze herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatine dagirkirin.

Navendê dîmenê ciwanê revandî weşand. Di dîmenê de ciwan li ser çawaniya revandina wî tevî malbatê, veguhastina wî ber bi Sûriyeyê ve û çawa bi zorê tev li DAIŞˋê kirine û ew bi kar anîne, diaxive.

(fr)