Hêzên Şamê li gundewarên Helebê û Rûsyayê li bakurê Laziqiyeyê da

Hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî rojavayê Helebê topbaran kir. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê bakurê Laziqiyeyê bombebaran kir.

Hêzên Şamê li gundewarên Helebê û Rûsyayê li bakurê Laziqiyeyê da
16 cotmeh, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hikumeta Şamê dora gundê Kefer Tial ê rojavayê Helebê bi zêdetirî 40 topan û moşekan topbaran kiriye. Di encamê de zirarên madî çêbûne.

Her wiha aşkera kir ku balafirên şer ên Rûsyayê girên Kibane yên bakurê Laziqiyeyê bombebaran kirine lê tu agahiyên der barê windahiyên madî û canî de heta niha bi dest neketine.

Duh di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî bajarê Ataribê yê li rojavayê Helebê de, kesek hate kuştin û 8 kes birîndar bûn. Her wiha hêzên hikumeta Şamê bajarê Darit Ezê yê li rojavayê Helebê jî topbaran kir.

(şx)