Li Serêkaniyê çeteyek hate kuştin

Di şerê çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Serêkaniyê çeteyek hate kuştin
16 cotmeh, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ragihand ku duh êvarê çeteyên "El Hemzat" û "Feyleq El Rehmen" li ser qezenca qaçaxçîtiyê bi hev ketine û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê tevliheviya ewlehiyê berdewam e. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyan direvînin, îşkenceyê li wan dikin û mal û milkên wan talan dikin.

(şx)