Hêzên Rûsyayê bi dronan êrişî bajarê Kharkivê kir

Çavkaniyên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê şevê din bi balafirên bê mirov êrişeke mezin li Kharkiv pêk anîne û di encamê de 9 kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin jî çêbûne.

Hêzên Rûsyayê bi dronan êrişî bajarê Kharkivê kir
27 adar, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Ukraynayê ragihandin ku hêzên rûsî duh derengiya şevê êrişeke mezin a bi balafirên bê mirov li ser bajarê Kharkivê (duyemîn mezintirîn bajarên Ukraynayê), pêk anîne. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama êrişê de 9 kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin çêbûne.

Li gorî daxuyaniya xizmeta rewşên awarte ku li ser ’Telegram’ weşandiye, ji ber êrişan li naverasta bajar 4 şewat çêbûne û zerarên mezin li avahiyan bûne. Xizmeta rewşên awarte dîmenên ekîbên agirkujiyê dema agir vedimirînin jî parve kiriye.

Şaredarê Kharkiv got, "bajarê ku gelek caran ji aliyê hêzên Rûsî ve tê armanckirin û bi qasî 30 kîlometran dûrî sînor e, herî kêm 12 caran hatiye bombebebarankirin."

Li Dnipropetrovsk, parêzgarê herêmê Serhiy Lysak bi rêya ’Telegramê’ ragihand ku ji ber êrişekê ya bi dronan hatiye kirin, şewat derket.

Der barê windahiyên canî de tu agahî nehatin parvekirin.

Pervy TV ragihand nûçegihana wê ya şer Anna Prokofieva (35) dema ku peywira xwe pê dianî li herêma Belgorod a li ser sînorê Ukraynayê di encama teqîna mayînekê hat kuştin û kameravanê kanalê jî bi giranî birîndar bû.

(bb)