Hêzên Îsraîlê li gundewrê Deraa û Quneytrayê lêgerîn pêk anîn

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Deraa û Quneytra û xalên kontrolê danîn, her wiha li devera Yermûkê û gundê Rasem El Ecref li malan lêgerîn kirin.

Hêzên Îsraîlê li gundewrê Deraa û Quneytrayê lêgerîn pêk anîn
28 tebax, 2026   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara Pêncşemê, hêzên Îsraîlê ketin deverên li gundewarên Deraa û Quneytra li başûrê Sûriyeyê, xalên kontrolê danîn û li malan lêgerîn kirin.

Li gor agahiyan dewriyeke Îsraîlê ya ji çend wesayîtan pêk dihat, digel leşkeran, ket herêma di navbera gundên Abdîn û Maariye li devera Yermûkê li gundewarên rojavayê Derayê, li wir wan xalek kontrolê danîn û li gelek malan lêgerîn kirin.

Li gundewarên başûrê Quneytra, hêzên Îsraîlê hemleyek lêgerînê li ser malên li gundê Rasem El Ecref pêk anîn û li deverê leşker bi cî kirin.

Tevgerên Îsraîlê yên bi heman rengî li gundên Barîqa û Seyda El Henût jî hatin dîtin û li asmanê herêmê dron firiyan.

(k)

ANHA