Bîlançoya hilweşîna dibistana li Endonezyayê giran dibe: 14 mirî

Hate ragihandin ku hejmara kesên di hilweşîna dibistaneke li Endonezyayê de mirine, bûye 14 kes û 49 kes jî hîna din bin kavilan de ne.

 Bîlançoya hilweşîna dibistana li Endonezyayê giran dibe: 14 mirî
4 cotmeh, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê ragihand ku hejmara qurbaniyên hilweşîna dibistanekê ya li bajarê Sidoarjo yê li Girava Java, gihaştiye 14 kesan û 49 kes jî winda ne.

Serokê ajansê diyar kir ku xebatên lêgerîna li qurbaniyên di binê kavilan de dewam dike û da zanîn ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Serokê ajansê got: "Em xebatên lêgerîna li 49 kesên winda didomînin. Lê li pêşberî xebatên lêgerînê zehmetî hene. Sedema vê yekê îhtîmala ku li beşên din ên avahiya dibistanê hezaz çêbibin."

Malbatên windayan, 72 saetan piştî karesatê, destûr da ku di dema lêgerînê de alavên giran werin bikaranîn.

Rayedaran der barê bûyerê de lêpirsînek da destpêkirin. Li gorî lêkolînên pêşîn, sedema hilweşîna dibistanê pirsgirêkên avahîsaziyê ne.

(bb)