Hêzên Îsraîlê li Derayê du ciwan binçav kirin

Li gundewarê Derayê 2 ciwan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin birîndarkirin û binçavkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li Derayê du ciwan binçav kirin
30 hezîran, 2025   09:30
NAVENDA NÛÇAYAN

Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê li nêzî nuqteya Hawan a li gundê Meriyê yê herêma Hewd El Yermûk yê rojavayê Derayê 2 ciwan gulebaran kirin. Hate diyarkirin ku her du ciwan ji gundê Seysûn ne, dema bi motorseklêtekê diçûn gel xizmên xwe hatin gulebarankirin.

SOHR’ê diyar kir ku di encama gulebaranê de her du ciwan bi sivîkî birîndar bûn û ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin binçavkirin.

Di çend rojên dawîn de li nuqteya Hawnê tevgere mezin a hêzên Îsraîlê wekî kolandina erdê û avakirina mewziyan axî ber bi gundê Koyayê ve heye.

SOHR’ê ragihand ku hêzeke Îsraîlê îro ket bajarokê Riwêhîna yê gundewarê navîn ê Quneytîrayê, piştre malên şêniyan kontrol kirin, wêne ji xwediyên malan re kişandin, derî û pencere şikandin û kelûpelên xaniyan xirab kirin.

(bb)