Di rojekê de 6 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin.

Di rojekê de 6 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin
30 hezîran, 2025   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a  Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêma Rewad a gundewarê rojavayê Dêrazorê gorek komî hat dîtin. Hate diyarkirin ku ji gora ku li nêzî benda kontrolê ya Telayî ya rejîma berê hate dîtin, bi kêmanî 8 term hatin derxistin.

Li gorî SOHR’ê, Li derdora bejahiya Meyadîn a gundewarê rojhilatê Dêrazorê fermandarekî tîma endazyariyê ya girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hat kuştin. Hate diyarkirin ku fermandarê hatî kuştin ji Iraqê ye.

Heman çavdêriyê da zanîn ku li bajarokê Nemer ê Derayê keçeke ku pirsgirêkên dirûnî pê re hene, dayika xwe bi kêrê qetil kir û  li taxa Remil a başûrê Laziqiyê jî 2 kes bi kêran ciwanek qetil kir.

Her wiha aşkera kir ku li gundewarê rojhilat ê Humisê ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin, li devera Sebxa ya Tedmurê jî mayînek bi erebeya barkirina xwê ve teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

(bb)