Hêzên Îsraîlê ketin hin deverên Quneytîrayê

Hate zanîn ku yekîneyek ji hêzên Îsraîlê ket bajarokê Seyda yê Colanê û gundê Ebû Mezara yê gundewarê Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê ketin hin deverên Quneytîrayê
28 hezîran, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) vê sibehê ragihand ku yekîneyeke leşkerî ya artêşa Îsraîlê ket bajarokê Seyda yê Colanê û gundê Ebû Mezara yê gundewarê Quneytîrayê.

SOHR’ê da zanîn ku dewriyekeke din a artêşa Îsraîlê jî saet di 06.00’an de ber bi gundê Kondayê ve bi rê ket.  Der barê armanca û sedemên vê tevgerê de agahiyên zêde nehatin parvekirin.

Malperên nûçeyên ên xwecih duh êvarî jî ragihandibûn ku dewriyeyeke hêzên Îsraîlê derbasî herêma Hemriyê yê gundê Terencê yê bakurê Quneytîrayê bûbû û ev agahî danbû "Tank, maşîneyên leşkerî, tevî nêzî 30 leşkeran ketibû bajarokê Semdaniya Rojhilat û hin mal kontrolê kirin. Piştre ber bi baregeha xwe ve vekişiya ku li Quneytîraya kevin ava kiriye. "

(bb)