Li gundewarê Hemayê jinek û 3 zarok birîndar bûn.

Li gundewarê Hemayê hin çekdaran gule barandin, din encamê de 3 zarok û jinek birîndar bûn. Li herêmê rewşa bê aramî dewam dik.

Li gundewarê Hemayê jinek û 3 zarok birîndar bûn.
9 gulan, 2025   16:50
NAVENDA NÛEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku li gundê Mûsa El Hola li gundewarê Hemayê, malek rastî êrişa çekdarên nenas hat, di encamê de 3 zarok û jinek bi giranî birîndar bûn. 

Kesîn birîndar rakirin nexweşxaneyeke xwecihî ji bo dermankirinê.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku  êrişkaran ji avahiyeke derdorê êriş pêk anîne. Lê derbarê nasname û mebestên êrişkeran de heta niha agahiyên teqez nayên zanîn.

(k)