Hêzên Îranê jinek çalakvan binçavkirin

Çalakvana Kurd a bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hat binçavkirin û or agahî jê nayê girtin.

Hêzên Îranê jinek çalakvan binçavkirin
27 ÇILE, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û birin cihek nediyar.

Komeleyê diyarkiriye ku di sala 2019’an de dadgeha Îranê bi tometa ‘çalakiyên li dijî ewlehiya nîştimanî û hevkariya li gel muxalefeta Îranê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, di sala borî de (2024) zêdetirî 586 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 30 ji wan jinin.