Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef 23ˈyê Çileyê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
25 ÇILE, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê wan Mihemed Xelef 23ˈyê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî ji ber krîza dil şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê de "Şehîd Mihemed Xelef di pêkanîna wezîfeya xwe de mînaka dîsîplîn û dilsoziyê bû. Navê wî li rûpelên navên kesên ku canê xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe dane, were tomarkirin. Bila serê malbata şehîd Mihemed, hevalên wî û gelê me sax be."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Mihemed Xelef
Navê Dayikê: Enûd
Navê bav: Xelîfe
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Beyder, 14 Gulan 1981
Cih û dîroka tevlêbûnê: Sêgir, 18Îlon 2016
Cih û dîroka şehadetê: Dirbêsiyê, 23 Çile 2025.

(bb)