Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyon berdewam e û 54 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sedemên operasyona li başûrê Hesekê li dar xistiye, aşkera kirin û destnîşan kir ku di operasyonê de 54 kes hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyon berdewam e û 54 kes hatin girtin
9 cotmeh, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonê ev daxuyanî weşand: "Hêzên me li gundewarê Şedadê û bajarokê Erîşe yê başûrê Hesekê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û aramiyê û girtina sûcdaran ên ku xwe didin alî, operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li dar xist.

Şêniyên wan herêman gelek caran bangewazî kir ku şêlandî û dizî pir bûye. Li ser van bangewaziyan û li gorî agahiyên istixbaratî, hêzên me bi ser cihên wan ên li Şedadê û Erîşe de girtin û di wê operasyonê de 54 kes girtin. Her wiha miqdarên mezin ên çek û cebilxaneyên di dizî û şêlandinê de bi kar dianîn, hatin desteserkirin.

Çek û cebilxaneya hatiye desteserkirin bi vî rengî ye:

37 kîlaşînkov

20 dabance

48 mexzenên kîlaşînkovê

3 tivingên brono

8 bombe

13 tivingên nêçîrê

4 dûrbîn

Dûrbîneke şevê

Fîşekên kîlaşînkovê

Em careke din soz didin ku ewlehiya welatiyan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Her wiha em bang li şêniyan dikin ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin û dema gumana wan li tiştekî çêbû, yekser agahî bidin me."

(şx)