Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişloyê de şehîd bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
4 îlon, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya rêveberê hêzê Dijwar Qamişlo (Metîn Dince) aşkera kir ku sêşemê di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Qamişloyê de şehîd bûye.

Hêzê têkildarî şehadeta Dijwar Qamişlo wiha diyar kir: "Rêvebirê hêzên me yê bajarê Qamişloyê Metîn Dînce di encama hedefgirtina seyareyeke hêzên me ji aliyê balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker ve, 3’yê Îlonê roja sêşemê piştî nîvro, şehîd ket.

Şehîd Metîn (Dijwar Qamişlo) bersiva banga mirovahiyê ya têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê da û di nava refên hêzên me de şerê li dijî terorê kir û rêya azadî û kerametê hilbijart ji bo ku bibe şervanekî Rojava û kirêtiya DAIŞ`ê têk bibe. Ji kesên yekem bû ku tev li şoreşa rizgarkirina axê ji hovîtiyên DAIŞ’ê bû û beşdarî hemleyên rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Şehîd Dijwar Qamişlo xwedî cesareteke mezin û ruhekî fedakar ê bilind bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîd Metîn re dixwazin û bejna xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi qîmet ditewînin û ên ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine heta ku ewlehî û aramî serbikeve û armancên wan di welatekî azad, ewle û bi îstîqrar de pêk werin, rêya şehîdan dişopînin.

Nasnameya şehîd:

Nav û paşnav: Metîn Dînce
Navê tevgerî: Dijwar Qamişlo
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Mihemed Salih
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Nisêbîn, 08.11.1991
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo, 23.04.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 03.09.2024"

(şx)