Di salvegera Xweseriyê de wê mitînga xwedîderketina destkeftiyan bê lidarxistin

Bi minasebeta salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê û bi armanca parastina destkeftiyan meş û mitînga ku tê hedefkirin sed hezar kes beşdar bibin, bê lidarxistin.

Di salvegera Xweseriyê de wê mitînga xwedîderketina destkeftiyan bê lidarxistin
18 ÇILE 2024   08:34
QAMIŞLO

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi mebesta salvegera damezirandina rêveberiya xweser (21 Çile 2014), wê li Qamişlo meş û mîtingeke mezin lidar bixe.

Meş û mitîng li ser asta Kantona Cizîrê hatiye organîzekirin û tê plankirin ku sed hezar kes beşdar bibin.

Meş wê roja 21’yê Çileyê (2024) saet 11.00’an ji Çerxerêya Osman Sebrî destpê dike û heta Stadyuma 12’ê Adarê bidome. Piştî meşê wê li stadyumê mitîng were lidarxistin.

Di meş û mitîngê de wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê werin şermezarkirin û biryardariya xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê were nîşandan.

Di mitîngê de wê li ser navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin.