‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştî û parastina gelên herêmê ye’

Jinên ji Çilaxayê anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo ewlehî û aştiya li herêmê pêdiviyeke.

‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştî û parastina gelên herêmê ye’
16 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxa jinan anî ziman ku di vê pêvajoyê de pêdiviya herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye, da ku aştî û aramî li herêmê çêbe. 

Meryem Gebro Corcês diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve heyanî niha ji bo parastina mafên gelan tê dikoşe û got: "Rêber Abdullah Ocalan sembola têkoşîna azadiya gelan û mafên jinan e. Jinan bi saya fikrê Rêbertî ji bo azadiyê destbi têkoşînê kirin û ji hemû aliyan ve berpirsyartî rakir. Herêm di pêvajoyeke hesas û xeter re derbas dibe. Şer û pevçûn li herêmê didome û gel dibe qurban. Rêber Abdullah Ocalan dikare gelan ji van krîzan rizgar bike. Rêbertî her tim daxwaza sîstema demokratîk û jiyana hevbeş dike. Gelên herêmê îro ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi Rêber Abdullah Ocalan heye. Rêbertî ji bo aştî û aramiya herêmê tê dikoşê. Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe, ji ber ku tenê ew dikare aştî li herêmê çêbe."

Celîla Ebdurehman jî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê di şert û mercên herî zehmet de têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan û parastina rûmeta wan berdewam dike.

Celîla Ebdurehman diyar kir ku bi êrişên li ser Rêber Apo dixwazin hêviya gelan a azadî û aştiyê bi dawî bikin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Rêbertî ji bo pirsgirêk û krîzên li herêmê diqewimin çareseriyê datîne. Ramanên Rêbertî ji bo gelek pêkhateyan bûne rêkeftina ber bi azadî û demokrasiyê ve. Gelek caran hewl didin dan û standina di navbera Rêbertî û gelan de qedexe bikin, tecrîda girankirî li ser Rêbertî ferz dikin, ji ber hêzên dagirker dizanin ku Rêbertî pîlanên wan ên li ser gelan aşkera dike û gelan ji van pîlanan diparêze. Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelan hene ku Rêbertî fîzîkî azad bibe da ku ewlehî û aştî li herêmê çêbin."

Gulê Xerbî jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan tê dikoşe û xelkê herêmê jî rêça Rêbertî şopand û ji bo azadiyê gelek bedel dan.

Gulê Xerbî destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêz da ku gel dest bi têkoşînê bike û li ber xwe bide û wiha dom da axaftina xwe" Em her tim bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ne û dixwazin Rêbertî fîzîkî azad bibe. Azadiya gelan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heyanî ku li herêmê aştî çêbe û em bigihêjin azadiya xwe em ê tê bikoşin."

(np)

ANHA