Hêzên dewleta Îranê kolberek kuşt

Di êrişên hêzên dewleta Îranê de li Hewraman û Merîwanê kolberek hate kuştin û 3 kolber jî birîndar bûn.

Hêzên dewleta Îranê kolberek kuşt
26 tîrmeh, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku di 24’ê Tîrmehê de 2 kolberên bi navê Danyal Selahî (24) yê ji gundê Duplure yê Merîwanê û Resul Fethî, li sînorê Merîwanê û Başûrê Kurdistanê di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bûne.

Hate zanîn ku Danyal Salihî ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wî ne baş e.

Li gorî heman çavkaniyê, di 23’yê Tîrmehê de jî li navçeya Selawa ya Hewramanê, di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberê Kurd ê bi navê Emîn Gerdî (40) yê ji gundê Kanî Temerxan ê Merîwanê hate kuştin.

Di heman rojê de kolberê Kurd ê bi navê Eta (23) yê ji Hewramanê jî di encama êrişa hêzên Îranê de li herêmê Jalane ya Merîwanê birîndar bû.