Rûsyayê ragihand ku 54 dronên Ukraynayê xistine

Moskovê ragihand ku şeva borî 54 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Hate zanîn ku di êrişên bi dron û mûşekan ên Rûsyayê de li Xarkîv, Kamyankî û Dnîproyê qurbanî û zirarên mezin çêbûne.

Rûsyayê ragihand ku 54 dronên Ukraynayê xistine
26 tîrmeh, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên hewayî şeva borî li hin deveran 54 dronan Ukraynayê xistine xwarê.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin 24 dron li herêma Bryanskê, 12 li Rostovê, 6 dron li Qirimê, 4 li hewza Deryaya Azovê, 3 li hewza Deryaya Reş, 2 li Oryolê, 2 li Tulayê û yek li kantona Belgorodê hatine xistin.

Rayedarên xwecih îro ragihand ku li bajarê Xarkîv ê rojhilatê Ukraynayê di êrişên nû yên bi dron û mûşekên Rûsyayê de hin kes birîndar bûn.

Şaredarê Xarkîvê Îgor Terekhov jî bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, da zanîn ku birîndar hene, zirara li avahiyên niştecîh, depo û wesayîtan bûne.

Li gorî fermandarê leşkerî yê herêma Dnipropetrovsk a başûrê rojhilat Serhiy Lysak, şevê din piştî êrişa Rûsyayê ya bi mûşekan şewat li bajarê Kamyankiyê derket.

Hate destnîşankirin ku li bajarê Dniproyê teqîn çêbûne, lê der barê encamên wê de agahî nehatin parvekirin.

(bb)