Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê Derayê bû

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundewarê Derayê bû, ew hêz li deverê bi cih bû û dest bi tevgera lêgerîna malan kir.

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê Derayê bû
6 îlon, 2026   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ajansa me li gorî agahiyên ku ji şêniyên gundewarên rojavayê Derayê girtine, diyar kirin ku hêzeke Îsraîlê berî kêliyekê careke din derbasî herêma Wadî El Reqad bûye, paşê berê xwe daye Til El Hedîb, ew hêz leşkerên xwe li herêmê belav kirin û dest bi lêgerînan kir, di heman demê de leşker li deverê bi cih bûn û li herêmê tevger kirin.

Şêniyan da zanîn di dema lêgerînê de leşker tiştên nenas li deverê dîtin, agahiyên piştrast heta niha derneketine.

Derbasbûna wê hêzê piştî zêdebûna aloziya bejahî ya li herêma başûrê Sûriyeyê rû da, çavkaniyên xwecihî jî destnîşan kirin ku li kêleka topbaranê, hêzên Îsraîlê derbasî hejmarek gundewarên Derayê û Quneytirayê bû.

(sb)