Hezar û 301 hecî mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku hezar û 301 hecî ji ber germê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku dema serdana hecê de hezar û 301 hecî ji ber germahiyê mirin.
Wezîrê tenduristiyê yê Erebistana Siûdî Fehed El Celacil agahî da çapemeniyeke xwecih diyar kir ku hejmara kesên dema hecê wefat kirine bû hezar û 301 kes. El Celacil got, piraniya van kes ji ber meşa bi mesafeyeke dirêj a di bin tavê de, bê xwarin û bê navber mirine.
Dîplomatên Ereb jî diyar kir ku 658 misirî dema serdana hecê de mirine.
(bb)