Hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin

Hewldana çeteyan a ku dixwestin bikevin gundên Eyn Îsa û Girê Sipî, ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve hat têkbirin.

Hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin
21 kanûn, 2024   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, şevê din hewl dan bikevin gundê Şakiro yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsa. Lê hewldana çeteyan ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve hat tekbirin. 

Çeteyan hemwextî van êrişan hewl dan bikevin Himayid ê girêdayî navçeya Suluk a bajarê Girê Sipî.

Ev hewldana çeteyan jî, ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve hat têkbirin.

(a)

ANHA