Hevserokên nû yên PYD`ê kî ne?

Di Kongreya 10`emîn a PYD`ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên PYDʹê hatin hilbijartin. Hevserokên nû kî ne?

Hevserokên nû yên PYD`ê kî ne?
23 îlon, 2024   09:42
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 21-22ʹyê Îlonê de bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk” bi beşdariya 700 delegeyan kongra xwe ya 10`emîn li dar xist.

Di kongreyê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserok hatin hilbijartin.

PERWÎN YÛSIF KÎ YE?

Perwîn Mihemed Emîn Yûsif, sala 1986`an di nava malbateke welatparêz de li bajarê Dêrikê ji dayik bûye. Sala 2010`an bawernameya Peymangeha Bilind a Îdarî û Darayî ji Zanîngeha Şamê bi dest xistiye.

Beriya destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012ʹan tev li xebatön tevgera ciwanan bûye. Piştî şoreşê wek endameke Kongra Star xebat xwe di nava şoreşê de berdewam kiriye.

Ji 2012-2014`an ve wek hevseroka Meclisa Bajarê Dêrikê peywir girt.

Perwîn Yûsif yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di sazkirina Hevpeymana Civakî de cih girtiye.

Ji 2014 -2016`an ve di Dîwana Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê de cih girt. Her wiha di 2017`an de wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî xebat da meşandin. Ji 2018-2022`yan ve jî hevseroka kantona Qamişloyê bû.

Ji 2022`yan ve (9`emîn Kongreya PYD) heta vê kongreyê hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê bû.

XERÎB HISO KÎ YE?

Xerîb Hiso ji civaka êzidî ye, sala 1967`an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê ji dayik bûye. Zewicî ye û bavê 4 zarokan e. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund û sala 1984`an beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî dibe.

Ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de Xerîb Hiso 3 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin, cara dawîn jî sala 2011`an bû û bi mehan di girtîgehê de hat ragirtin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Xerîb Hiso li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina girîngiya hevgirtina pêkhateyan û belavkirina fikra neteweya demokratîk civîn çêkirine.

Di sala 2003`yan de Xerîb Hiso roleke sereke di avabûna PYD`ê de lîst û wek endamê Desteya Rêveber a PYD`ê li Helebê gelek xebat meşandin.

Xerîb Hiso ji 2013-2017`an ve erka nûnertiya PYD û TEV-DEM`ê li Başûrê Kurdistanê girt, herî dawî jî ji 2018-2024`an wek hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) xebat meşand.

(sb)

ANHA