Ji serokê YNK’ê peyama ji bo Kongreya PYD’ê: Pêwîstiya me bi karê hevbeş heye

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek şand û got: “Pêwîstiya me ji hemû demî zêdetir bi karê hevbeş heye, hemû pirsgirêk bi diyalogê tê çareserkirin”

Ji serokê YNK’ê peyama ji bo Kongreya PYD’ê: Pêwîstiya me bi karê hevbeş heye
23 îlon, 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re şand.

Peyama Bafil Talebanî wiha ye:

“Birêz rêhevalên me yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bi boneya 10. konferansa partiya we ya têkoşer, ez bi navê xwe û bi navê Yekîtiya Niştimanî germtirîn pîrozbahî li we dikim û bextewerî û serkeftinê ji we re dixwazim.

Konferansa we di rewşek hestyar de hat lidarxistin, ji ber ku herêma me û Rojhilata Navîn di zehmetiyên mezin re derbas dibin û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hemahengî û karekî hevbeş heye bo parastina mafên xwe yên netewî û destkeftên bidestxistî.

Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin tine ye, baştirîn bijarde ji bo guhertinên ku derdikevin pêş, çareseriya aştiyane û danûstandine, wek ku çawa em dibêjin aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ez hêvî dikim ku hemû alî vegerin ser maseya diyalogê û baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye.

Birêzan di kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ez piştrast im ku hûn dê di vê ezmûnê de jî bi ser bikevin. Em hêvî dikin ku pêşniyar û biryarên we xizmetê ji armancên bilind ên gelê Kurd û jiyana hevbeş a hemû gelan re bikin.”