Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz û Gabar Nas hatin berdan

Hevserokê Meclisa Gel a Wergaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz û ajokar Gabar Nas piştî 13 rojan ji aliyê artêşa Iraqê ve bê sedem hatibû girtin, di saetên şevê de hatin berdan.

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz û Gabar Nas hatin berdan
30 îlon, 2025   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz ji bo tenduristiyê çûbû Silêmanî di vegerê de 18’ê Îlonê li gel ajokarê bi navê Gabar Nas li bendeke ya kontrolê ya li Hewîce ya ser bi Kerkûkê artêşa Iraqê hate girtin.

Piştî 13 rojan Ehmed Şehbaz û Gabar Nas yên bê sedem û hincetek ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû girtin, di saetên şevê de hatin berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji 10’ê Nîsana îsal ve hikûmeta Iraqê ambargo û dorpêçeke tund daniye ser Mexmûrê û rê nade amûr û kelûpelên avahîsazî û binesaziyê bikevin wargehê. Dîsa gelek caran di rê de karkerên diçin bajarên Iraqê bê hincet tên girtin û bi rojan tên hebiskirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye beriha niha Şandeya Rêveberên Mexmûrê dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê ji bo hevdîtina li gel rayedarên Iraqê bike Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz û hevşaredar û endmê dîplomasiyê jî di nav de 14’ê Gulanê hatibû girtin û 37 rojan hatibûn hebiskirin