Hevserok û endamên nû yên Meclisa Yekitiya Pîşeyên Tibî yên Minbicê hatin hilbijartin

Bijîşk û karmendên saktora tenduristiyê yên kantona Minbicê endamên nû û hevseroketiya Meclisa Yekitiya Pîşeyên Tibî hilbijartin.

9 gulan, 2024   18:09
MINBIC

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Minbicê Konferansa 3ˊyemîn a Yekitiya Pîşeyên Tibî bi dirûşma "Dest bi dest ber bi avakirina civakeke tendurist ve" li dar xist. Di konferansê de bijîşk, hemşîre û karmendên saktora tenduristiyê yên kantonê beşdar bûn.

Di destpêka konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso li ser geşedanên siyasî û leşkerî yên cîhanê û Sûriyeyê bi taybetî, her wiha li ser girîngiya rêxistinkirina civakê ji bo derbaskirina zehmetiyan axivî.

Cîgirê hevseroketiya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantonê Mehmûd Îsmaîl destnîşan kir ku lidarxistina vê konferansê ji bo bijîşk, hemşîre û karmendên saktora tenduristiyê yên herêmê pir girîng e.

Her wiha di konferansê de raporek li ser xebata yekitiyê ya par bi dîmen hat pêşandan û raporên salê yên beşên yekitiyê hatin xwendin.

Di aliyê rêxistinî de jî di konferansê de endamên meclisa yekitiyê û hevseroketiyeke nû hatin hilbijartin.

(mh)

ANHA