Di panela MSD'ê ya li Awustiryayê de rewşa Sûriyeyê hat nîqaşkirin

MSD'ê li navenda xwe ya paytexta Awustiryayê Viyanayê panelek li dar xist. Di panelê de geşedanên li Sûriyeyê û rewşa parçebûnê ya Sûriyeyê dijî hatin nîqaşkirin.

Di panela MSD'ê ya li Awustiryayê de rewşa Sûriyeyê hat nîqaşkirin
9 gulan, 2024   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li navenda xwe ya li paytexta Awustiryayê Viyanayê panelek li dar xist. Di panelê de muxalefeta demokratîk, siyasetmedarên girîngiyê didin rewşa Sûriyeyê, hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya MSD'ê Riyad Derar û endamê Komîteya Destûrî û Desteya Danûstandinê Qasim El Xetîb beşdar bûn.

Di serî de Derar li ser rewşa parçebûna Sûriye dijî axivî û diyar kir ku ev rewşa parçebûnê tenê bi lihevkirina gelê Sûriyeyê li ser armanceke tekane ku tê de tu kes neyê paşguhkirin, bi dawî dibe.

Derar bal kişand ser xebatên çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî û keda MSD'ê ji bo vê yekê û destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku Konferansa Hêz û Kesayetên Demokratîk bibe platforma hemû hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê.

Derar got: "MSD'ê bi dilsozî û duristî xemê Sûriyeyê dixwe û destekê dide hemû pêvajoyên ji bo yekkirina Sûriyeyê."

Piştre beşdaran li ser pêşeroja pêvajoya siyasî pirs û nêrînên xwe parve kirin. Beşdaran destnîşan kir ku ji bilî xebateke siyasî ku tê de hmû aliyên Sûriyeyî beşdar bin krîza Sûriyeyê çareser nabe.

(mh)