Çete agir bi zeviyên gundên Şêrawayê dixin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Basilê bi cih bûne, agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê dixin.

Çete agir bi zeviyên gundên Şêrawayê dixin
Çete agir bi zeviyên gundên Şêrawayê dixin
9 gulan, 2024   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji ajansa me re hatine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Basilê bi cih bûne agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî dixin. Li hember wê jî şêniyên her du gundan ji bo pêşiya agir bigirin di nava amadekariyê de ne.

(fr)