Şêniyên ji Til Temirê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir

Şêniyên li bajarê Til Temirê komkujiya Misterîhayê ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiribû, şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî van sûcan bê deng nemînin.

Şêniyên ji Til Temirê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir
11 kanûn, 2024   04:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Êvara 6ˈê Kanûnê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Misterîha yê bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê bombebebaran kir û komkujî kir. Di encamê de bi piranî jin û zarok, 12 kes şehîd bûn.

Şêniyê bi navê Idrîs El Yûnis ê ji Til Temirê têkildarî mijarê got: "Aqilê mirov komkujiya ku li Eyn Îsayê li dijî malbatekê hatiye kirin, qebûl nae. Em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî komkujî û êrişên hovane yên li dijî pêkhateyên herêmê têne kirin, şermezar dikin."

Şêniyan bi navê Xedîce Asim Îbrahîm jî bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û got: "Bi hevgirtina Ereb, Kurd, Suryan û Asur û kombûna wan a li dora QSDˈê, planên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker hatin têkbirin.”

Xedîce banga rawestandina êriş û komkujiyan kir û got: "Em bang li dewletên di kar û barê Sûriyeyê de aktîf in, wek Amerîka û Rûsyayê dikin ku pêşî li komkujiyên li dijî gelê me bigirin."

Ehmed Heyder jî diyar kir dewleta Tirk a dagirker sûdê ji rewşa Sûriyeyê digire da ku destkeftiyan bi dest bixe û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker sûd ji lawaziya rejîma Sûriyeyê û bûyerên dawîn wergirt û êrişên xwe li ser herêmên me yên ewle zêdetir kirin. Komkujiya li Eyn Îsayê ne ya nû ye, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk gelek sûc li dijî zarok û jinan kirin.”

Heyder bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û got wek rûreşiya mirovahiyê ye. Heyder bang li her kesî kir ku li hember sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidin.

Şêniyan diyar kir ku dê li hemberî êrişan xaka xwe biparêzin.

(bb)

ANHA